Şerefxanê Bedlîsî, kitêba Şerefnameyê wek du cildan nivîsandiye. Ev kitêb, cilda yekemîn e, mijar dîroka Kurdistan e û di 13ê Tebaxa sala 1597ê qedandiye. Nusxeya destxeta Şerefxan bi xwe bi Farisî ye, 246 rûpel e û niha di Kitêbxaneya Bodleian a Zanîngeha Oxfordê de ye. Bi bîst tabloyên bi nirx yê ku wî bixwe çêkirine hatiye xemilandin û her yek ji wan tabloyan bûyerek dîrokî îzah dike.
Cilda yekemîn ya “Dîroka Kurdistan/ Şerefname”yê ji pêşgotinekê, çar sefheya û di dawî de jî ji beşek ku Şerefxanê Bedlîsî behsa jiyana xwe kiriye pêk tê. Kitêb bi awayekî berfireh behsa mîrekî û mezinê Kurdan, têkiliyê wan, orf û adetên wan, rêxistin û rewşa wan, saziyên ku hene, cihên dîrokî… yê Kurdistanê dike.Di destpêkê de di derheqê eslê Kurdan û rewşa jiyana wan de hin agahî hene. Di her sefheyekê de beş û şaxê beşan hene. Bi hevokên Mîr Şerefxan bixwe: “Sefheya yekê di derheqê fermanrewayên Kurdistanê de ne ku alaya saltanat û serxwebûne bilind kirine û dîroknivîsan ew di rêza sultanan de hesibandine. Sefheya duduyan di derheqê serpêhatiyên fermanrewayên mezin ên Kurdistanê de ne ku her çendîn negîhiştine dereceya serxwebûniyek temamî û bi xwe jî xwe hukumdar nehesibandine, lê di serbestî û azadiyê de gihîştine dereceyek wisan ku hinek ji wan hetta li ser navê xwe sikke lêdane û xutbeyên rojên îniyan li ser mînberên mizgeftan li ser navê xwe dane xwendin. Sefheya sisêyan di derheqê hinek mîr û fermanrewayên din ên Kurdistanê de ye. Sefheya çaremîn di derheqê serpêhatiyên fermanrewa û begên Bedlîsê de ne ku dibin bav û bapîrên Şerefxanê Bedlîsî.”