21 Pirtûkên Hîndekariya Kurdî

Swîsre, 21 Adar 2021

Li welatê Swîsre ji bi xebata hevbeş a Komeleya Hîndekariya Kurdî û Xwendegeha Bilind a Pedagojiyê ve ji bo dayîna perwerdeya bi zimanê dayikê û çanda welêt 21 pirtûkên ji asta berî xwendegehê heta asta jorîn, ji aliyê Instîtuta Kurdî - Swîsreyê ve hatin weşandin.

21 Pirtûk wiha ne:

2 Pirtûk ji bo asta berî xwendegehê

Pirtûkek ji bo Kurdî wek zimanê duyem

Ji bo her astekê 6 pirtûk

Ji bo her polekê du pirtûk

 


Pirtûkên bi deng

Mersin, 24 Mijdar 2013

Pirtûkên bi deng ên bi navê “Mem û Zîn” û “Herdem ciwanê” derketin pêşberî Kurdîhezan.

Di vî warî de cara ewil e ku ev du pirtûkên bi deng ên bi Kurdî tên çapkirin.

Gerînendetiya herdu pirtûkên bi deng EslîxanYildirimê girtiye ser xwe. Derhêneriya wan Mustafa Gazî girtiye ser xwe û di heman demê de muzîka wan jî çêkiriye. DVD’ya yekemin (Mem û Zîn)Mîran Janbar, a duwemîn (Herdem ciwanê) jî Xecê Omerî xwendiye.

DVD’ya yekemin ji klasîkên me yên herî girîng“Mem û Zîn”a Ehmedê Xanî ye, ku ji şêst beşan pêk hatiye. DVD’ya duwemîn “Herdem ciwanê” berhema nivîskar û weşanger EslîxanYildirimê ye, ku ji 26 çîrokên gelêrî pêkhatiye.

Ji van DVD’yan “Mem û Zîn” xîtabî mirovên gihîştî, DVD’ya “Herdem ciwanê” jî xîtabî mirovên biçûk, mezin hemû kesan dike. Li aliye din ev berhemên hanê xîtabî mirovên ku bi xwendinê nizanin an ji xwendinêheznakin û ya girîng jî kesên ku çavên wan nabînin dike.


Erzanî % 40

ji bo te

Gava tu ji deh pirtûkan zêdetir bixwazê bi hev re bikirî Weşanxaneya Azad ji bo te heta %40î erzaniyê çêdike û li hundirê welêt lêçûna şandina pirtûkan jî digire ser xwe. Ev kampanya me li hêviya te ye, li ser emaila info@wesanxaneyaazad.net daxwazên xwe bişîne. Tu dikarî bi forma li jêr jî daxwaza pirtûkan bikî.

‘Tiştê ku min divê ez ji we re bibêjim, bi kurtî ev e. Hîn bin. Hîn bin. Hîn bin. Hin kin. Hîn kin. Hîn kin. ’

Mîr Celadet Bedirxan, kovara Hawar, hejmara (27) Şam/1941