Cizîra Botan bajarekî gelekî kevnar e, mirovahiyê mora xwe li gelek perestgeh, mizgeft, keleh, qesir, pir, sûr, burc û gelek avahiyên wê yên cur bi cur xistiye.
Gelek şaristanî têre derbas bûne û her şaristaniyekê bermayê xwe, şop û şûna xwe lê hiştine. Bajarê Cizîrê Botan ji Kurdan re bajarekî pîroz e, ew jî mîna bajarê Qudsê ye. Ji ber ku hê jî ew bajarê Kurdî yê orjînal e; kurdîtiya xwe parastiye, zimanê Kurdî di kolan û çarşiyên wê de tê axaftin û yê bazarê ye.
Jixwe wek ku tê zanîn, piştî tofana Nûh Pêxember mirov li herêma Botan ango Mezra Botan; li bajarê Şernex û Cizîrê bi cih bûne. Di pişt re di cîhanê de belav bûne. Dibêjin dema keştiya Nûh pêxember li ser çiyayê Cûdî sekiniye, nav li çiyayê Cûdî hatiye kirin û gotine (Cî dî), ango keştiyê wî cihek ji xwe re dît.
Û dibêjin ku kevokê bi nikilkê xwe şaxek ji dara zeytûnan wek mizgînî ku nêzîkî bejayê dibin, ji çiyayê Cûdî ji Nûh pêxember re biriye û ji wê hinge ve kevok û şaxikê zeytûnê bûne sembola aşîtiyê. Hem jî dibêjin ku navê Nûh pêxember ji gotina (Nû) a Kurdî hatiye, bi wateya nûbûnê. Ji ber ku dinya wê hingê ji nû ve hatiye avakirin. Dema ku Nûh û her heyştê hevalên xwe, li ser çiyayê Cûdî ji keştiya xwe daketine, wana di quntara çiyayê Cûdî de gundek bi navê Heyştêyan ava kirine. Ew gund ta roja îro jî di pala çiyayê Cûdî de ye. Xuyaye ku di pey gundê Heştêyan re, bajarê Şernexê hatiye avakirin û jêre gotine Şarê Nûh ango bajarê Nûh an şarê Nû. Bi dirêjiya demê û pirbûna mirovan re xelk ji herêma Botan derketine û li dinyayê belav bûne û weha Kurdmanc li cihê xwe, herêma Botan mane û ji wan re hatiye gotin Kurdmanc, ango (Kurd Man li Cî).
Di bawerîya min de bajarê Cizîra Botan ji Kurdan re mîna bajarê Mekke ye ji Ereban re. Zimanê wê jî ji Kurdan re mîna zimanê Qureyşîyan e ji Ereban re.