Gava mirov rewşa hînkirina Kurdî dide ber zimanên din, xebatên hînkirina Kurdî di sedsalên 17, 18 û 19an de bi gelemperî bi saya medreseyan ve û bi elfabeya Erebî bû. Hînkirina heyî jî ne li gorî rêbazeke yan jî saziyekê bû, li gorî kesên berpisiyar û zimanperweran bû. Ehmedê Xanî di vî warî de yek kes e ku berhemên wî di medreseyan de dihat xwendin û di warê neteweperbûnê û hînkirina zimên de ji bo gelek kesan bûye çavkanîya îlhamê. Rewşa hînkirina Kurdî li çar perçeyan û di her çar zaravayan de jî ne wekhev e. Wekî xuyaye rewşa perwerdehiya Soranî û Kurmancî ji Kirmanckî (Zazakî) û Goranî ji ber hejmara axivêrên wan zêdetir e. Li bakur, perwerdehiyeke berfireh û rûniştî tuneye û gelek kes, sazî û beşên zanîngehan niha di nav xebatên kûr de ne ku demên wenda bûne bidest bixin û rê û rêbazên nû bibînin.