Ev nêzikî dused salan e ku Kurd û Kurdistan di nav êgir de ne. Di sere sedsala 19emîn de li dinyayê guhertinên mezin pêk dihatin, lê Împaratoriya Osmanî di warê hilberîna teknîkî de li paş mabû û bûbû heyranê Rojavayiyan. Rojavayiyan jî ev xweşik bi kar anîn û roj bi roj şax û perê xwe bi Împaratoriyê de berdan. Împaratoriya Osmanî ji bo xwe bi pêş de bibe, serî li hin nuhkirinan dide. Di vê demê de gelek mîrekiyên Kurdan di nav sînorên Împaratoriya Osmanî de ne. Dema ku Împaratoriya Osmanî dest bi guhertinên mezin kirin, herî zêde Kurdan û Kurdistanê windahî dan. Bi qelsketina Kurdistanê, Dewleta Osmanî hê bêhtir kêm ket û di serê sedsala 20’emîn de ruxiya. Dema Dewleta Osmanî hat dagirkirin, Kurdistan jî hat parçekirin û parvekirin. Di nexşeya dinyayê ya nuh de sînorê Kurdistanê tune bûn û gelek sînor di hundirê wê de derbas dibûn. Bi parçekirina Kurdistanê gelek dewletan, li ser tunekirina kesayetiya Kurdan jî li hev kirin û ev nêzikî sed salan e ku Kurd di bin vê êrîşê de ne. Mijara me sînorê di hundirê Kurdistanê de ye. Em ê hewl bidin ku em ji gelek aliyan ve li van sînoran binêrin. Xebat ji du cildan pêk tê. Di cilda 1emîn de em ê bi kurtayî li dîroka sînorên di hundirê Kurdistanê de binêrin. Di cilda 2yemîn de jî em ê li ser “Sînoran Bi Xwe Re Çi Anîn?” bisekinin.